Plana Xwedê (awdyo)

Li vir em awdyoyê ji filma "Plana Xwedê" didin ber we.

Xwedayê herheyî hemû mirov afirandin, da ku bi wî re di rûmeta wî de bijîn. Xwedê mezin e, ew her tiştî dizane. Wî li gor şehrezayî û zanîna xwe ji pêşî ve zanîbû ku çi wê çêbe: Mirov wê azadiya xwe ya bijartinê (xwestina xwe ya serbest)  bi kar bîne û serê xwe li hember Afirandarê xwe hilde. Ev serhildana ku jê re guneh tê gotin, têkiliya di nav Xwedê û mirovan de xira kir û ji hingê ve mirov ji Xwedê cuda man. Lê Afirandarê hukumdar ji mirovan hez dike û ji bo wan riya xilasiyê amade kir. Wî xwest ku ew bi xwe bê vê dinyayê û bibe xilaskarê hemû mirovan.

Vîdyoya "Plana Xwedê" nîşanî me dike, çawa Xwedê gav bi gav nêzîkî mirov bû, ji dema Adem û heta dema  pêxemberên berê û heta hatina xilaskarê sozdayî Îsa Mesîh, her tiştî bi kurtveberî kifş dike.

Guhdarî bikin.

Thumbnail image