Plana Xwedê (vîdyo)

Xwedayê herheyî hemû mirov afirandin, da ku bi wî re di rûmeta wî de bijîn. Xwedê mezin e, ew her tiştî dizane. Wî li gor şehrezayî û zanîna xwe ji pêşî ve zanîbû ku çi wê çêbe: Mirov wê azadiya xwe ya bijartinê (xwestina xwe ya serbest)  bi kar bîne û serê xwe li hember Afirandarê xwe hilde. Ev serhildana ku jê re guneh tê gotin, têkiliya di nav Xwedê û mirovan de xira kir û ji hingê ve mirov ji Xwedê cuda man. Lê Afirandarê hukumdar ji mirovan hez dike û ji bo wan riya xilasiyê amade kir. Wî xwest ku ew bi xwe bê vê dinyayê û bibe xilaskarê hemû mirovan.

Vîdyoya "Plana Xwedê" nîşanî me dike, çawa Xwedê gav bi gav nêzîkî mirov bû, ji dema Adem û heta dema  pêxemberên berê û heta hatina xilaskarê sozdayî Îsa Mesîh, her tiştî bi kurtveberî kifş dike.

Guhdarî bikin û bibînin.